22:48 26 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge

    26 milîtan teslîmî hêzên ewlehî bûn

    © AP Photo/ Alice Martins
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 101 0 0

    Hat ragihandin ku piştî destpêkirina operasyona Telaferê ji aliyê hêzên Iraqê ve 26 milîtanên DAIŞê çekên xwe danîn û xwe teslîmî hêzên Pêşmerge kirin.

    Wek tê zanîn ev du roj in ku operasyona kontrolkirina navçeya Telaferê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve dest pê kiriye û heta niha hêzên iraqî 17 gund û rûbereke berfireh a erdê li navçeya Tileferê ji destê milîtanên terorîst ên DAIŞê derxistine.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, di heyama du rojên borî de li sînorê navçeya Telaferê û piştî destpêkirina operasyona hêzên ewlehiyê yên Iraqê, 26 milîtanên DAIŞê xwe gihandine sînorê hêzên Pêşmerge û piştî ku çekên xwe danîne, xwe teslîmî pêşmerge kirine. Di nava wan 26 çekdarên DAIŞê de, 4 ji wan xelkê Çînê ne û 2 ji wan jî nasnameya Almanyayê hene û yên din jî iraqî ne.

    Bi fermana Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Iraqê Heyder Ebadî 20ê Tebaxa 2017an operasyona kontrolkirina navçeya Telaferê dest pê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Operasyona mezin a bajarê Telaferê dest pê kir
    Di operasyona Telaferê de krîza Heşdî Şebî
    Ebadî: Heşda Şebî beşdarî operasyona Telaferê dibe
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    Parlamenterê tirkmen: DAIŞê li Telaferê jin û zarok jî di nav de 200 tirkmen qetil kir
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Operasyona kontrolkirina Telaferê, Telafer, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de