23:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Kurdistan

    Herêmeke din jî biryar da ku tevlî referanduma serxwebûna Kurdistanê bibe

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20920

    Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê herêmeke din a ku ‘herêmên bi nîqaş' tê binavkirin biryar da ku tevlî referanduma serxwebûna Kurdistanê bibe.

    Lijneya Meclis a navçeya Mendelî ya bajarê Diyalayê jî biryar da ku tevlî referanduma serxwebûnê bibe. Biryara Lijneya Meclisê bi yekdengî hat wergirtin.

    Piştî biryardayînê meclisê di daxuyaniya xwe de got: "Navçeya Mendelî di çarçoveya madeya 140emîn de li derveyê Îdareya Heremâ Kurdistanê ma û bi salan demografiya wê hatiye guherandin. Meclisa navçeyê ji bo tevlî referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê bibe biryar da."

    Meclisa navçeyê daxwaz kir ku bila sindoqên dengdanê ji xeyrî navenda bajêr li herêmên derdor jî werin danîn.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Etîketan:
    Navçeya Mendelî jî tevlî referandumê bibe, Mendelî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de