04:32 21 Îlon 2017
Zindî
    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê

    Konvoya Pêşmerge rastî teqemeniyê hat: 5 birîndar

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Hat ragihandin ku li sînorê bajarê Kerkûkê bombek bi konvoya otomobîlên Hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de 5 pêşmerge birîndar bûn.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, Li sînorê Kerkûkê bombek li ser rê bi konvoya otomobîlên Cîgirê Fermandeyê Lîwayê Nû yê Pêşmerge, Aso Elî Ferec ve teqiya. Di encama teqînê de, 5 pêşmerge birîndar bûn, lê belê ti zirar negihîşt Cîgirê Fermandeyê Lîwaya Nû ya Hêza Pêşmerge.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Aso Elî Ferec di daxuyaniya xwe de got: "Em vedigeriyan bo baregeha lîwaya xwe li sînorê Çemê Rûxane ku bombeke çandî bi karwana otomobîlên me ve teqiya û di encamê de 5 pêşmerge birîndar bûn, lê belê rewşa tendirustiya wan baş e."

    Aso Elî Ferec di dirêjiya axaftina xwe de got: Dema ev sînor di destê DAIŞê de bû, bombe hatiye danîn û ji ber ku pêştir ti kes di wê rêyê re derbas nebûye, neteqiyaye û bi derbasbûna karwana wan, ev bombe teqiyaye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge 15 terorîstên ku ketibûn nav koçberan deşîfre kirin
    Pêşmerge Çiyayê Hemrîn dorpêç kir û çeperan bi giranî bombebaran dike
    Wezareta Pêşmerge: Mafê kesî nîne li ser biryara gelê Kurdistanê biaxive
    Fermandarê Pêşmerge bangî Heşdî Şabî kir: Kurdistanê vekişe
    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kir
    Etîketan:
    Cîgirê Fermandeyê Lîwayê Nû yê Pêşmerge, Aso Elî Ferec, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de