21:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Înşellah wê ‘dewleta Kurdistanê’ modern û demokratîk be

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10120

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotara xwe ya ku 21ê Tebaxê li Hewlêrê li pêşberî dezgehên civaka sivîl pêşkeş kir de, li ser referandûmê û ragihandina serxwebûnê peyamên girîng dan.

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Barzanî di civîna li Hola Seid Ebdullah a Hewlêrê de, mafê siruştî yê çarenivîsa gelê Kurd bi bîr xist û paşxistina referandûmê red kir.

    ‘DIVÊ EM HEMÛ MIL BIDIN HEV'

    Serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa navxweyî ya Kurdistanê û hilbijartinên parlamento û serokatiyê rawestiya û got: "Rewşa navmala kurd ji hemû tiştan giringtir e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêngavên giring hatine avêrtin. Em dixwazin hemû aliyek mil bidin milên hev û bi hevre van pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin. Bi dijîtiya hev, bi axaftinên dûr û dûr pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê hemû aliyek hewl bide bi hevre çareseriyê peyda bikin."

    BARZANÎ: KÎ BIBE SEROK BILA PÎROZ BE!

    Barzanî herwiha destnîşan kir, hilbijartinên parlamento û serokatiya herêmê dê 1ê Mijdarê werin kirin û got, "Eger parlamento bicive û kesek din di cihê min de destnîşan bike, ez amade me sibe erkê xwe dewr bikim. Di hilbijartinan de jî kî xwe dike berbijêr û kî were hilbijartin bila pîroz be."

    ‘XWEZÎ BERÎ 2 SALAN ME REFERANDÛM BIKIRA'

    Barzanî li ser piştgiriya Amerîkayê bo serxwebûnê jî got, "Min ti caran negotiye Amerîka yan jî welatekî din gotiye ez piştgiriyê didim we. Ti dewlet jî dijîtiyê nake. Dibêjin dem ne guncayî ye. Lê piştî şerê DAIŞê êdî ev derfet jî namîne. Xwezî me beriya 2 salan referandûm bikiraya, pir hêsantir dibû."

    ‘KURDISTAN WÊ DEWLETEKE MODERN Û DEMOKRATÎK BE'

    Serokê Herêma Kurdistanê li ser ‘dewleta Kurdistanê' ya dahatuyê jî wiha axivî: "Divê ji hemû aliyan ve dewleta paşerojê ya Kurdistanê, dewleta gel be. Ne ya takekesek an jî ya hizbekê be. Divê ew dewlet li ser hîmên demokratîk were damezrandin û hemû pêkhateyên olî û neteweyî wekhev bin, hemû pêkhate bi rastî jî şîrîk bin. Piragirêka me ya mezin ya ligel Bexdayê ew e ku em dibêjin mafê şîrîkatiyê nadine me, nabe em jî li vir heman danûstandinê ligel neteweyên din ên li gel me dijîn, bikin. Nabe bi ti awayî rêgezperestî û nijadperestî di paşeroja gelê me û dewleta me de cîh bigre. Înşallah dê Kurdistan dewleteke modern û demokratîk be. Paşî eger ev derfet bidest ket, we çawa divê, wisa şikil bidin û bihûnin."

    ‘EZ AMADE DE SERÊ XWE DI BER DE BIDIM'

    Barzanî di dawiya gotara xwe de bal kişand ser, "Eger serkeftin hebe, ev serkeftin ya hemû gel e, eger şikest anî jî ev tenê ya min e û ez amade me baca wê bidim. Eger 4-5 roja sînoran jî bigrin û gefan bixwin, em ji birçîna namrin. Ceza çi be ez amade me hesabê wê bidim û amade me serê xwe jî di ber de bidim."

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Gumanbarê yekem ê êrîşa Barcelonayê Ebu Yakup hat kuştin
    Opozîsyona Sûriyê li Riyadê dicive: Dahatuya Esad di rojevê de ye
    Yekem serokwezîrê Kosovayê li Stenbolê can da
    ENKS li ber avahiya NY ya Qamişlo xwepêşandanê li dar dixe
    ‘Wê PDK û Goran civînên berfireh pêk bînin’
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de