17:54 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Goran

    PDKê pakêteke ku ji 6 xalan pêk tê pêşkeşî Goran kir

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed eşkere kir ku di hevdîtina li gel Tevgera Goran de, ji bo çareseriya pirsgirêkên navxwe, wan pakêteke 6 xalî pêşkeş kirine.

    Şanda Bilind a PDKê ya di bin serokatiya Fazil Mîranî de li Girê Zergete yê li Silêmaniyê li gel Serokê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî civînek pêk hat.

    Piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji rojnamevanan re ragihand ku wan ji bo başkirina rewşa navxwe û çareserkirina pirsgirêkan, pakêteke ku ji 6 xalan pêk dihat pêşkeşî Tevgera Goran kirine.

    6 xalên ku hatin pêşkeşkirin wiha ne:

    — Asayîkirina pêwendiyên PDKê û Tevgera Goran

    — Çalakkirin û asayîkirina karên parlamentoyê

    — Piştgiriya pêvajoya referandûmê

    — Piştgiriya hikûmetê ji bo baştirkirina jiyan û meaşên hemwelatiyan

    — Ji bo hilbijartinan zemîneke guncayî were avakirin

    — Hemû alî piştgirî bidin reformên hikûmetê.

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê bi wesayîtê êrişî kadroyên PDKê kirin: Kuştî û birîndar hene
    Şandeya PDKê serdana Tevgera Goran kir
    Tirkiye daxwaznameya avakirina PDKê qebûl nekir
    Nûnerê PDKê: Rêkeftina bi Rosneftê re ‘Bûyereke dîrokî ye’
    YNK û PDKê li ser dema referandûmê li hev kir
    Etîketan:
    paket, Omer Seyîd Elî, Mehmûd Mihemed, Fazil Mîranî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de