05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Me hemû rê bi Bexdayê re ceribandin

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku hemû rê bi Bexdayê re hatine ceribandin.

    Mesûd Barzanî îro di gotarekê de ku li Hola Seid Ebdullah a li Hewlêrê ji bo xwendekarên zanîngehê axivî û got: "Di Destûra Iraqê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku yekîtiya xaka Iraqê, bi cîbicîkirina Destûrê re girêdayî ye."

    Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku, "Du bijarde li ber me hene; cudabûn, yan jî razîbûna bi wê yekê ku Bexda li me hukm bike."

    Herwiha Barzanî aşkere kir ku ji Cîgirê Berê yê Serokê Amerîkayê Joe Biden re gotiye: "Ezê di temenê xwe de Dewleta Kurdistanê bibînim."

    Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê kir ku şerm e Bexda behsa destûrê bike û got: "Wan hemû madeyên destûrê binpêkirine."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Barzanî derheqê paşxistina referandumê de axivî
    Barzanî: Divê Amerîka jî îrade û biryara xelkê Kurdistanê fêhm bike
    Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e
    Barzanî: Em rê nadin Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Etîketan:
    , ceribandin, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de