09:16 22 Îlon 2017
Zindî
    Kurdistan

    Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî re got: "Dê Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûna Kurdistanê bibe."

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Jan Kubis îro serdana Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kir. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Kerkûkê ji Nûnerê Taybet ê NY yê li Iraqê Jan Kubis re hatiye gotin ku dê Kerkûk jî beşdarî referanduma 25ê Îlonê bibe.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Necmedîn Kerîm bal kişandiye ser mijara ku ev 12 sal in li Kerkûkê hilbijartin nehatine kirin. Wekî bajarên din ên Iraqê, divê hilbijartin li Kerkûkê jÎ bê pirsgirêk werin lidarxistin. Bêparkirina Kerkûkê ji vê pêvajoyê, zilmeke din e ji bo xelkê vî bajarî.

    Wek tê zanîn Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûnê li datr dixe û bajarê Kerkûkê jî tevlî vê referandumê dibe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    Waliyê Kerkûkê Kerîm: Kerkûk a kurd, tirkman û ereban e
    Etîketan:
    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê, Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Waliyê Kerkûkê, Jan Kubis, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de