13:30 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Şandeya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê

    Hevdîtinên duyemîn ê navbera Iraq û Kurdistanê dê li Hewlêrê werin kirin

    © Foto: Şandeya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê (KRG)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Hat ragihandin ku wê gera duyemîn a navbera heyeta Iraq û Kurdistanê ya diyalogê li Hewlêrê bire ve here.

    Heyeta Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê û heyeteke pilebilind a Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê ku mezintirîn hevpeymaniya hêzên siyasî yên şîe li Iraqê ye, li bajarê Bexdayê bo cara duyem bi hev re civiyan.

    Piştî civînê, Serokê Heyeta Kurdistanê, Dr. Roj Nûrî Şawêys û Serokê Heyeta Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê, Amir Xuzaî konfranseke rojnamevanî ya hevbeş dan û behsa naveroka civînê kirin û beriva pirsyarên rojnamevanan dan. Di vê konfransa rojnamevanî de her du aliyan ragihandin ku ew dê li ser gotûbêj û danûstandinan berdewam bin û li ser wê yekê wan li hev kiriye.

    Roj Nûrî Şawêys da xuyakirin ku wan di civîna îşev de bi hûrî behsa pirsgirêkan kiriye û bi gotina wî her du aliyan bi zelalî û bi ciddî nêrînên xwe derbarê pirsgirêkên siyasî de anîne ziman. Li gorî berê ew zêdetir nêzîkî çareseriya pirsgirêkan bûne. Di paşerojê de jî civînên navbera her du aliyan dê berdewam bin.

    Şaweys di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku gera duyemîn a navbera heyeta Iraq û Kurdistanê dê li Hewlêrê bire ve here.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hevdîtina heyeta Kurdistanê bi Ebadî re erenî derbas bû'
    Heyeta Kurdistanê ji ya Iraqê hate veqetandin û wekî dewleteke serbixwe kete protokolê
    Serok Barzanî pêşwaziya Doglas Silliman û heyeta pê re kir
    Heyeta PDK û YNKê ji bo mijara serxwebûnê serdana Bexdayê dike
    Heyeta Amerîka ya li Bexdayê bi Ebadî re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    Heyeta Pîlebilind a Hevpeymaniya Iraqê, Heyeta Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê, Nûrî Şaweys, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de