09:17 22 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2142120

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya Siûdî re da xuyakirin, wan daxwaza Amerîkayê ya paşxistina referandûmê qebûl nekiriye, lê guftûgoyên bi Bexdayê re qebûl kirine.

    Serok Barzanî di hevpeyvîna rojnameya Ekaz a Erebîstana Siûdî de li ser daxwaza Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson a paşxistina referandûma serxwebûnê got: "Me daxwaza paşxistina referandûmê qebûl nekir, lê ji bo peydakirina rêyeke çareseriyê ji bo dahatuyeke baş, me daxwaza danûstandinên ligel bexdayê qebûl kir."

    ‘ŞIRÎKATIYA BI BEXDAYÊ RE BÊ ENCAM E'

    Barzanî bi bîr xist, bi ti awayî paşxistina referandûmê ne di rojevê de ye û wiha domand: "Dibe di van şert û mercan de, ji ber guvaşan em li gel Bexdayê heta salek û du salên din jî weke şîrîk bimînin. Lê di vê heyamê de jî nêzîkatiya Bexdayê ya li hember Kurdistanê neyê guhertin û mafê me qebûl neke dîsa serkeftî nabe. Çimkî şîrîkatiya ligel Bexdayê bê encam e."

    'EM DESTWERDANA ÎRANÊ QEBÛL NAKIN'

    Barzanî behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kir û da xuyakirin: "Em dixwazin pêwendiyên me yên ligel Îranê li ser hîmê cîrantiyeke baş û berjewendiyên hevbeş bin. Em naxwazin ti aliyek destwerdana karê aliyê din bike. Lê dubare dikim, em serweriya ti kesan bi ser xwe de qebûl nakin."

    Serokê Herêma Kurdistanê derbarê cudahiya di navbera helwesta Silêmaniyê û Hewlêrê ya li hember Îranê de da zanîn, "Dibe ku ji ber pêgeha cografîk pêwendiyên Silêmaniyê yên li gel Îranê ne mîna yên Hewlêrê bin. Lê ev yek teqez û misoger e ku siyaseta Kurdistanê destwerdan û wesayeta Îranê qebûl nake."

    Barzanî diyar kir: "Briyara me zelal e. Em naxwazin ligel Îranê bikevin pevçûnan yan jî pozberiyan. Lê em rê nadin liv û tevgerên bi vî awayî yên Îranê bigihin Herêma Kurdistanê. Destwerdana Îranê ya ji bo karûbarên Herêma Kurdistanê bi temamî hatiye redkirin."

    'EM PKKÊ TERORÎST NABÎNIN, PKK Û PYD PIŞTGIRIYÊ DIDIN REFERANDÛMÊ'

    Barzanî li ser pirsekê diyar kir ku ew PKKê wek terorîst nabînîn û li ser helwesta bo referandûmê ya PYD û PKKê jî da zanîn ku piştgiriya referandûmê dikin.

    ‘REFERANDÛM NE LI DIJÎ TIRKIYÊ YE'

    Serokê Herêma Kurdistanê li ser pêwendiyên bi Tirkiyê re jî destnîşan kir, Kurdistan ji bo Tirkiyê ne cihê metirsiyê, lê cihê baweriyê ye û got: "Di paşerojê de jî dê wiha be. Ligel Tirkiyê berjewendiyên me yên hevbeş hene. Referandûm mafê me yê sirûştî ye. Bi kurdên Tirkiye û Îranê ve eleqeder nîne. Divê ew pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê ligel hikûmetên wan welatan çareser bikin. Em amade ne hemû alîkariyekê bidin wan."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêrê ji bo referandûmê 53 navendên tomarkirina navan hatin vekirin
    Hêzên Pêşmerge 15 terorîstên ku ketibûn nav koçberan deşîfre kirin
    Wezîrê Tirk: Li Diyarbekirê qet rastî terorê nehatim
    Li Amedê kesekî bi çakuçan êrişî peykerê Ataturk kir
    Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir
    'Erdogan pîvan derbas kirin'
    Pêşmerge Çiyayê Hemrîn dorpêç kir û çeperan bi giranî bombebaran dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de