09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê / Ala Kurdistanê

    Li Hewlêrê ji bo referandûmê 53 navendên tomarkirina navan hatin vekirin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 39 0 0

    Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan ya Herêma Kurdistanê ragihand, îro li seranserî Kurdistanê tomarkirina navên welatiyan bo referandûma serxwebûna Kurdistanê dest pê kir.

    Berpirsê Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan li Hewlêrê Aram Necmedîn, di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, îro (20 Tebax 2017) li parêzgeha Hewlêrê nûkirin û tomarkirina navên hemwelatiyan bo referandûmê dest pê kiriye û 53 navend ji bo tomarkirina navan hatine vekirin.

    LI HEWLÊRÊ 147 Û 123 KES DIKARIN DENG BIDIN

    Necmedîn da zanîn, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 147 hezar û 123 kes dikarin deng bidin û got, ew lîsteyên ku li ber destê me ne dibe ku hinek kêmasiyên wan hebin lewma bila welatî serdana cihên nûkirina navan bikin û bizanin ka navê wan heye yan nîne.

    Hat ragihandin ku dê prosesa nûkirin û tomarkirina navan bo referandûma 25ê Îlona 2017an, heta roja 27 Tebaxê bidome.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge 15 terorîstên ku ketibûn nav koçberan deşîfre kirin
    Wezîrê Tirk: Li Diyarbekirê qet rastî terorê nehatim
    Li Stenbolê 2 DAIŞî hatin desteserkirin
    Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir
    'Erdogan pîvan derbas kirin'
    Pêşmerge Çiyayê Hemrîn dorpêç kir û çeperan bi giranî bombebaran dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de