09:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdistan

    Pêşmerge Çiyayê Hemrîn dorpêç kir û çeperan bi giranî bombebaran dike

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 161 0 0

    Berpirsên Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku hêzên Pêşmerge derdora Çiyayê Hemrîn dorpêç kirin û çeperên DAIŞê didin ber top û hawanan.

    Di rojên dawî de li hemberî eniyên Pêşmerge çend êriş pêk hatibûn û li gorî çavkaniyên ewlehî êriş ji terefê milîtanên terorîst ê DAIŞê ku li Çiyayê Hemrîn bi cih bûne pêk hatin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê, Berpirsê Ofîsa PDKê yê Germiyanê Ekrem Salih di axaftina xwe de ragihand ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derdora Çiyayê Hemrîn dorpêç kirine û çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê bi giranî bombebaran dikin.

    Ekrem Salih di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Pêşmerge derfet neda DAIŞê ku serbest tev bigere, DAIŞê zirareke mezin dît û termê gelek milîtanên wan li erdê mane. Terorîstên DAIŞî êdî wekî berê nikarin şer bikin, lewma teqtîk guherand û li çiy abi cih bû."

    Noqteya herî bilind a Çiyayê Hemrîn 500 metro ye, û 60 kîlometro li rojhilatê Bexdayê dikeve. Hemrîn rêze çiyaye û ji bajarê Diyalayê hetanî sînorê Îran, Xaneqîn û başûrê Kerkûkê dirêj e. Rêxistina terorîst rojên borî herêma Çiyayê Hemrîn wekî ‘Wilayeta Hemrîn' ragihandibû.

    Bi heman mijarî:

    ‘DAIŞ li Çiyayê Hemrîn amadehiya şerê gerîlayî dike'
    Hecî Mehmûd: Heta ala Kurdistanê li Hemrîn biçikînin, pêşve diçin
    Îro sibehê li sînor her 3 artêşan li hemberî rêxistinê dest bi operasyonê kir
    Şerê YPG û DAIŞê kete noqteyên stratejîk: Fermandar jî di nav de 53 kuştî
    Li Sydneyê ajovanekî wesayîta xwe ajot ser sivîlan: 6 birîndar
    Etîketan:
    Pêşmerge Çiyayê Hemrîn dorpêç kir, DAIŞ, Berpirsê Ofîsa Peywendiyan ê PDKê, Ekrem Salih, Çiyayê Hemrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de