23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

    Wezareta Pêşmerge: Mafê kesî nîne li ser biryara gelê Kurdistanê biaxive

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bersiv da daxuyaniya Sererkanê Hêzên Çekdarên Îranê Muhammed Hisên Baqirî ku li Tirkiyê gotibû, nabe li Herêma Kurdistanê referandûm were kirin.

    Di daxuyaniya ku bi navê Berdevkiya Wezareta Pêşmerge hatiye belavkirin de, tê gotin, "Axaftina li ser mafên gelê Kurdistanê n ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere ya li karûbarên navxweyî yên Kurdistanê tê dîtin."

    Wezaretê bal kişand ser ku li gor nûçeya Ajansa Tesnîm a Îranê, Sererkanê Îranê Baqirî derbarê referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê de gotiye, ‘Qet nabe referandûmeke wiha bê kirin.'

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo/ Christophe Gateau/dpa
    'REFERANDÛM MAFEKÎ REWA Û SIRUŞTÎ YÊ GELÊ KURDISTANÊ YE'

    Wezareta Pêşmerge bersiv da wan gotinan û wiha pê de çû: "Em ji vir ji hemû aliyan re radigihînin ku derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere li karûbarên navxweyê yê Kurdistanê tê hesabkirin. Referandûm mafekî rewa û siruştî yê gelê Kurdistanê ye û ji xeynî gelê Kurdistanê, mafê ti kesên din nîne li ser biaxivin."

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê li ser ketina NHByê daxuyanî da
    Xwestin êrîşî karkerên Kurd bikin, lê polîsan nehişt
    Êrîşa Barcelona: Hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî gihîşt 14 kesan
    Rûsya wê helîkopterên Ka-32 îxracî Tirkiyeyê bike
    Washîngton Post: Dibe Tirkiye têkeve kaosê
    Ji Rûsyayê bi serokatiya Novak heyetek tevlî fuara Îzmîrê dibe
    Milîtanan êrişî gundê Melhê kirin: Ji malbatekê 7 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de