17:51 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Îranê sînorê Hewlêrê topbaran kir

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 87 0 0

    Hat ragihandin ku leşkerên pasdarên Îranê sînorê nahiyeya Hacî Omeran a bi ser parêzgeha Hewlêrê topbaran kir.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Rêveberê Nahiyeya Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ragihand ku topxaneyên leşkerên pasdarên Îranê derdora gundên ser bi nahiyeya Hacî Omeran topbaran kirin.

    Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha ji ber topbaranê zirar negihiştiye canê ti kesî û me ji xelkê sînor daxwaz kir ku ji wan deran dûr bikevin û niha kes li wir nemaye.

    Rejima Îranê ji ber zêdebûna tevgerên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK ango HDK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komeleya Şoreşger sînorê nahiyeya Hacî Omeran a ser bi navçeya Çoman topbaran dike.

    Bi heman mijarî:

    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê
    El Nusra hewldide kontrola deriyê sînor ên li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixin
    Artêşa Sûriyeyê hin gundê li ser sînorê Reqa-Hûmsê rizgar kir
    Amerîka li sînorê Kurdistanê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
    Tirkiye li sînorê Rojava dîwarekî din ava dike û hêza leşkerî bi cih dike
    Etîketan:
    Îran sînorê Kurdistanê topbaran kir, Rêveberê Nahiyeya Hacî Omeran, Ferzeng Ehmed, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de