12:26 20 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Generalê Amerîkî Stephen Townsend

    Barzanî: Divê Amerîka jî îrade û biryara xelkê Kurdistanê fêhm bike

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Selahadînê pêşweziya heyeteke amerîkî ku ji fermandar û balyozan pêk dihat kir.

    Barzanî li Selahadînê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û General Dawnsend Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û Ken Gruss Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên serbazî ya artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

    Li gorî daxuyaniya malpera serokatiyê, di civînê de şerê dijî DAIŞ li Iraq û Sûriye hate nirxandin û Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka di têkşikandina rêxistina terorîst a DAIŞê de rola Pêşmerge bilind nirxand û got: Koalîsyon bi saya Pêşmerge gihîştin encamekê."

    Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di hevdîtinê de ji heyeta amerîkî gotiye: "Rûbirûbûna terorîzmê yek ji ewlehiya Kurdistanê ye, lewma pêvajoya referandumê wê bi ti awayî bandorê li tekoşîna dijî DAIŞê neke. Em gumanên Amerîka yên tekoşîna DAIŞê fêhm dikin, lê bele di heman demê de divê Amerîka jî biryar û îradeya xelkê Kurdistanê fêhm bike."

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê bersiv da Barzanî: Pêşeroja Iraqê ne di destê aliyekî de ye
    Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin
    Barzanî: Em rê nadin Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe
    Barzanî: Kurd li Tirkiye û Îranê hene, loma li dijî referandûmê derdikevin
    Etîketan:
    Generaal û balyozên amerîkî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de