09:12 22 Îlon 2017
Zindî
    Ala Îranê - Tehran

    Nûnerê kurd li Tehranê: Kî li dijî referanduma serxwebûnê be xayîn e

    © Sputnik/ Sergey Mamontov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 89 0 0

    Nûnerê Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax di axaftina xwe de ragihand ku her kî dijîtiya referandûma serxwebûna Kurdistanê bike xayîne.

    Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) li Tehranê Nazim Debax di axaftineke xwe ya çapemenî de ragihand ku Îran niha li ser helwêstê xwe yê li hember referandûmê rijd e, lê niha behsa wê yekê dikin ku Bexda helwêstê wê li ser referandûmê her çi be, ew jî dê heman helwêst diyar bikin. Hemû egeran li berçav bigrin. Îranê eşkere ji me re got ‘eger referandûm bê razîbûna wan bê kirin, alîkariyên ku Îranê li Herêma Kurdistanê re dikirin dê hemû bi dawî bibin.

    Debax di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha Îranê behsa girtina deriyê sînor nekiriye, heke helwesteke wiha were nişandan hem Îran û hem jî Kurdistan dê zirarê bibînin. Rastiyek heye ku dorpêçên navnetewî nekariye siyaseta Îranê bigohere."

    Nûnerê kurd li Tehranê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Referandum mafeke rewa yê gelê Kurdistanê ye û piştevanî lê kirin jî erkeke pîroz ê hemû kurdan e û ez niha jî dibêjim herkesek dijîtiya referandûmê bike ez wî xayîn dizanim."

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Iraqê derbarê hildana Ala Kurdistanê de biryar da
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Li Kurdistanê herêmêke din biryar da ku tevlî referanduma serxwebûnê bibe
    Ji berdevkê Erdogan daxuyaniyeke girîng a referanduma Kurdistanê
    ‘Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe'
    Etîketan:
    Hikumeta Herêma Kurdistanê (HHK), Nazim Debax, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de