21:07 26 Îlon 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    ‘Wê PDK û Goran civînên berfireh pêk bînin’

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran Şêx Omer Kake Heme got, ew dê ji bo çareseriya pirsgirêkan civîna dualî bi PDKê re pêk bînin û rêkeftineke nû çêbikin.

    Li gor nûçeya BasNewsê Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran Şêx Omer Kake Heme da xuyakirin: ‘'Ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê Tevgera Goran û PDK civînên dualî yên berfireh pêk bînin.''

    ‘CIVÎNA DUALÎ WÊ SARBÛNA HEYÎ JI HOLÊ RAKE'

    Kake Heme da zanîn ku dê civînên dualî yên PDK û Goranê hev têgihîştineke baş bi xwe re bîne û got, ‘'Ew sarbûna ku heyî jî dê ji holê rake, ji ber civîna hemû aliyên siyasî dibe sedemeke baş û çareserkirina pirsgirêkan jî dê li gel xwe bîne.''

    Rêveberê Goranê herwiha diyar kir ku ger PDK û Goran di nav xwe de civînên dualî pêk bînin, dibe ku rêkeftineke nû di navbera xwe de îmze bikin.

    'GORAN PIŞTEVANIYA PIRSÊN NIŞTIMANÎ DIKE'

    Heme li ser parlamentarên Goranê yên beşdarî kampanya ‘Nêxêr' bo referandûmû bûne jî bi bîr xist ku pêwendiya wan bi Tevgera Goran ve tine ye û ew helwesta wan a şexsî ye û got, ‘Kîjan endamê Goran biçe nav eniya ‘'Nexêr'' pêwendiya wî Goran re nîne, ji ber Goran berdewam piştevanîya pirsên niştimanî kiriye.''

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dê hewlên çareseriya leşkerî ya Koreya Bakur felaketê bîne
    Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye
    ‘Îşkence li keça min a 6 salî kirin’
    McGurk li Reqayê bi YPGê re civîya
    Ramos, Messî dîn û har kir!
    Dadgeha Iraqê derbarê hildana Ala Kurdistanê de biryar da
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Kandilli: Dema erdhejê Stenbolê gelekî nêzîk e
    Termê muxtarê Kurd ê ku winda bû hat dîtin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de