19:50 22 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê NY yê li Iraqê Jan Kubis

    Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Nûneratiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê li ser nîqaşên yasayîbûn û neyasayîbûna referandûma Herêma Kurdistanê da xuyakirin, wan negotiye referandûm neyasayî ye û pêwîst e Bexda û Hewlêr gotûbêjan bikin.

    Li ser nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, ku ragihandibû, Şanderê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis di daxuyaniyekê de ji wan re gotiye, referandûma Herêma Kurdistanê li dijî destûra Iraqê ye û ji ber wê yekê jî neyasayî ye, Nûneratiya NYyê li Iraqê (UNAMI) daxuyaniyek weşand.

    UNAMÎ: NÛÇE ŞAŞ HATIYE BELAVKIRIN

    Li gor nûçeya Rûdawê ku cî daye daxuyaniya UNAMIyê, nûçeya navborî hat redkirin û wiha hat gotin: "Bi şaşî têgihîştinek ji aliyê Ajansa Nûçeyan a IRNAyê ve li ser bersivên Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYyê Bo Karûbarên Iraqê Jan Kubis, derbarê mijara referandûmê de ku ji aliyê desthilata Herêma Kurdistana Iraqê ve biryar li ser hatiye dayîn çêbûye ku çend dezgehên medyayî yên Iraqî jî belav kirine."

    UNAMIyê da xuyakirin, naveroka axaftin û gotinên Jan Kubis ku roja çarşemê 16ê Tebaxa 2017an di hevpeyvîna bi IRNAyê re axiviye de, li cem wan heye û ji bo rastkirina zanyariyên ku di nûçeya IRNAyê de hatine belavkirin, ew axaftinên Kubis weke xwe belav kiriye.

    PEYAMA NAVDEWLETÎ EV E: HER DU ALÎ BILA BI GOTÛBÊJAN ÇARESERIYÊ BIBÎNIN

    UNAMIyê diyar kir ku Jan Kubis ji IRNAyê re wiha axivî ye: "Berî her tiştî, peyama Encûmena Asayişê (Navdewletî) û serkirdayetiya Sekreteriya NYyê bo her du aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ev e: "Encamdana gotûbêjan, daku bikarin çareserî ji bo gengeşekirina hemû mijaran bibînin, tevî mijara referandumê jî."

    Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê NYyê li Iraqê herwiha da zanîn: "Em her tim dibêjin, ku xala destpêkê divê rêzgirtin ji destûr û yasayên wî welatî re hebe û ev jî ev şêwaz e ku em pê serederiyê ligel her mijarekê dikin."

    IRNAYÊ BI NAVÊ JAN KUBÎS EW NÛÇE BELAV KIRIBÛ

    IRNAyê doh di nûçeyeke xwe de bi zarê Jan Kubis ragihandibû ku pirsgirêka yasayî di referandûma Herêma Kurdistanê de heye û neyasayî ye, lewra mijara referandûmê di destûra Iraqê de tune ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Ramos, Messî dîn û har kir!
    Dadgeha Iraqê derbarê hildana Ala Kurdistanê de biryar da
    Termê muxtarê Kurd ê ku winda bû hat dîtin
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Kandilli: Dema erdhejê Stenbolê gelekî nêzîk e
    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de