01:16 26 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    Dadgeha Iraqê derbarê hildana Ala Kurdistanê de biryar da

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 150 0 0

    Dadgeha Îdarî ya Iraqê li ser hildana Ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê biryar da.

    Dadgeha Iraqê di biryara xwe de got: "Bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên fermangehên Kerkûkê li gorî biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, berevajî yasayên karpêkirî yên Iraqê ye."

    Dadgeha Îdarî ya Wezareta Dadê ya Iraqê bi serlêdana 5 endamên Cepheya Tirkmenî yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û bi tohmeta bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê ya bi şêweyekî neyasayî, doz li Serokê Encûmena Kerkûkê Rêbwar Talebanî vekiribû.

    Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 28ê Adara 2017an bi piraniya dengan biryar standibû ku li hemû fermangeh û saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê, li kêleka Ala Iraqê, Ala Kurdistanê jî were bilindkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Termê muxtarê Kurd ê ku winda bû hat dîtin
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan
    Li bajarê kurdan operasyona hicreya DAIŞê: 25 milîtan hatin girtin
    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê
    Kandilli: Dema erdhejê Stenbolê gelekî nêzîk e
    Etîketan:
    iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de