20:02 22 Îlon 2017
Zindî
    Şandeya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê

    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê

    © Foto: Şandeya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê (KRG)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 106 0 0

    Şandeya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê ku 16ê Tebaxê digel Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê (Ya Şîeyan) civiya, çend şert û merc danîn pêşberî rayedarên Iraqê.

    Li gor medya Herêma Kurdistanê şanda Bexdayê ya Encûmena Bilind a Referandûmê şeva 16ê Tebaxê bi Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê re ku mezintirîn sîwana partî û aliyên siyasî yên şîeyên Iraqê ye re hevdîtinek pêk anî.

    'IRAQÊ DAXWAZA PAŞXISTINA REFERANDÛMÊ KIR'

    Endamekî şanda Herêma Kurdistanê ku nexwest, navê wî were eşkerekirin ragihand, ku Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê daxwaza paşxistina referandûmê li Herêma

    Kurdistanê kiriye, lê belê şanda referandûmê ji wan re ragihandiye, ku eger mercên wan neyên cîbicîkirin û Netewên Yekgirtî û welatên zilhêz jî çavdêriya gotûbêj û rêkevtinên navbera Hewlêr û Bexdayê nekin, Herêma Kurdistanê ne amade ye, referandûmê paş bixe.

    ŞANDEYA KURDISTANÊ ŞERT Û MERCÊN XWE PÊŞKEŞ KIRIN

    Li gorî Rûdawê şanda Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê daxwazên sereke yên Kurd ji Bexdayê ev in: Cîbicîkirina madeya 140 a destûrê, Vegerandina bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, Vegerandina pişka Kurd di hikûmeta navendî de, Zêdekirina rêjeya Kurd di artêşa Iraqê de û çend daxwazên din.

    Şanda Herêma Kurdistanê ji aliyê iraqî xwestiye ku ew daxwazên Kurdistanê di demeke diyarkirî de werin bicihanîn.

    'AMERÎKA, NY Û DEWLETÊN ZILHÊZ DIVÊ ÇAVDERIYÊ BIKIN'

    Herwiha şanda Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku ji bo encamdana her rêkevtinekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîst e ku Neteweyên Yekgirtî (NY) û Amerîka û welatên din ên zilhêz beşdar bin û çavdêriya gotûbêjên navbera her du aliyan bikin.

    Li gorî zanyariyan, şanda Kurdistanê herwiha ji Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê re gotiye, ku divê paşxistina referandûmê bi nivîskî be û welatên Encûmena Asayişa Navdewletî agahdar bin û piştî demekê, ku wiha tê texmînkirin, heta piştî hilbijartinên Iraqê be, Kurdistan referandûma xwe saz bike.

    'ŞANDA BEXDAYÊ JI BO PAŞXISTINA REFERANDÛMÊ RAZÎ NEBÛ'

    Roja sêşema vê heftiyê, Serokê Şanda Kurdistanê li Bexdayê, Roj Nûrî Şawêys piştî encamdana çend civîn û hevdîtinan ragihandibû, ku daxwaza paşxistina referandumê li wan hatiye kirin û tekez kir, ku şanda Kurdistanê bi paşxistina referandumê razî nebûye.

    Serokê Şanda Kurdistanê li Bexdayê herwiha gotibû: "Me jî ji wan re got, ku bawerî bi sozên Bexdayê nayê kirin, niha jî divê referandum weke çareser were dîtin."

    WÊ HER DU ALÎ NEXŞERÊYÊN XWE PÊŞKEŞ BIKIN

    Biryar e şanda Encumena Bilind a Referandûmê ya Herêma Kurdistanê heta roja duşema pêşiya me li Bexdayê bimîne.

    Tê çaverêkirin şanda Herêma Kurdistanê di roja yekşema pêşiya me de nexşerêyekê bide Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê û aliyê iraqî jî dê her heman rojê nexşerêya xwe pêşkêşî şanda Kurdistanê bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kandilli: Dema erdhejê Stenbolê gelekî nêzîk e
    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Li bajarê kurdan operasyona hicreya DAIŞê: 25 milîtan hatin girtin
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Rûsya bo Polonyayê: Sebra me ne bêsînor e
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de