10:17 20 Îlon 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Li Kurdistanê herêmêke din biryar da ku tevlî referanduma serxwebûnê bibe

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16930

    Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê encûmena bajarokê Başîqayê jî biryar da ku tevlî referanduma serxwebûnê bibe.

    Li gorî çavkaniyên herêmî pêkhateyên rûniştvanên Başîkê daxwaz ji encumena vî bajarokî kirin, ku devera wan jî tevlî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe. Encumena Bajarokê Başîqayê duhî li ser vê mijarê civînek li dar xist.

    Di civîna duhî de, Encumena Bajarokê Başîqayê bi piraniya dengan pesend kir ku referandum li Başîqayê jî were sazdan û ji bo wê yekê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku daxwaza wan birnirxîne û amadekariyên referandumê li wê deverê jî bike. Encûmenê bi temamê dengan biryara sazkirina referandumê pesend kir.

    Herwiha endamê Encûmena Başîqayê Kawe Mihemed Yûsif derbarê vê biryara encumenê de got: "Nûnerên tevahiya gund û deverên Başîqayê daxwaz kirin ku referandum li Başîqayê jî were encamdan."

    Ji aliyê din ve duhî Encûmena Navçeya Xaneqînê ya ser bi bajarê Diyalayê jî biryar da bû ku referanduma serxwebûna Kurdistanê li herêmê were sazkirin.

    Bi heman mijarî:

    McGurk: Li gorî me referandum ne fikreke baş e
    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Encumena Bajarokê Başîqayê, Kawe Mihemed Yûsif, Başîqa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de