17:49 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Endamê Polîtburoya YNKê, Seidî Ehmed Pîre

    ‘Li Bexdayê bi giştî ti kes ne li dijî mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd e’

    © Foto: Public Domain - PUK Media
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Endamê şanda Encûmena Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê Seidî Ehmed Pîre li ser helwesta Bexdayê ya ji bo referandûmê axivî.

    Seidî Pîre 16ê Tebaxê êvarê di konfranseke rojnamevanî de behsa hevdîtin û civînên şanda bilind a Herêma Kurdistanê ku bi rayedarên hikûmeta Iraqê û kesayetiyên siyasî yên Iraqê re pêk anîne kir û got: "Me ji berpirsên Bexdayê re ragihand, ku gelê Kurd ji hikûmeta Iraqê bê hêvî bûye û me bêhêvîbûna gelê Kurd gihande piraniya berpirsên Iraqê."

    Pîre derbarê civîna şanda Kurdistanê li gel Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî de jî da xuyakirin: "Malikî daxwaz kir ku em gotûbêjên zêdetir li ser referandûmê bikin."

    Seidî Pîre li ser encama civînên li Bexdayê da zanîn: "Bi giştî ti kes ne li dijî mafê gelê Kurd ê bo diyarkirina çarenivîsê ye."

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Sîyasetê Vahab: Referandûm wê li Iraqê bibe sedema şerekî navxweyî
    Li Deyr ez Zorê milîtanên DAIŞê yên ji 3 welatan hatin kuştin
    Li Bexdayê ji bo Şîfa Gerdî merasîmeke xelatdayînê hat sazkirin
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    ‘Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe'
    Baydemir bangî Abdullah Gul kir: Dengê xwe bilind bike
    El Nusra hewldide kontrola deriyê sînor ên li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de