23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Pisporê Sîyasetê Vahab: Referandûm wê li Iraqê bibe sedema şerekî navxweyî

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 98 0 0

    Pisporê siyasetê yê ji Emîratên Yekbûyî yên Erebî (EYE) Şadî Abdel Vahab referandûma herêma Kurdistanê nirxand û got, ger li ser sîstema rêveberiyê lihevkirin çênebe dê referandûm li Iraqê bi gefek li ser derketina şerekî navxweyî.

    Vahab ji RIA Novostiyê re da xuyakirin ku gelek asteng li pêşiya serwebûna herêma Kurdistanê hene û got: "Piştgirî nedana hin welatan bo referandûmê û nebûna lihevkirinekê li ser referandûmê hinek ji wan astengan e. Li Herêma Kurdistanê yek jî li Hewlêrê yek jî li Silêmaniyê du rêveberiyên di asta hev de yên Kurdan hene.

    Her ku her du rêveberî ji hev cuda bin jî, xwedî heman bingehê ne."

    LI SÛDANÊ DI NAV 2 SALAN DE ŞER DERKET

    Vahab mînaka Sûdanê bi bîr xist û piştî Başûrê Sûdanê serxwebûna xwe ragihand di nav du salan de şerê navxweyî rû da û wiha domand: "Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) ji nakokiyên navxweyî zirareke mezin dibîne. Û ji ber wê jî hîn sîstema xwe ya demokratîk ava nekiriye. Gelek Kurd dihizirin ku dê piştî referandûmê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêveberîya dîktatorî bêhtir bicih bike. Lewma jî ne rasthatineke ku Barzanî piştî referandûmê hilbijartinên parlamentoyê û seroktiyê diyar kirine. Li aliyê din Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) dibêje ku serxwebûna ne bijarteyeke baş e ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê."

    'ÎRAN Û TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ NADE REFERANDÛMÊ'

    Pisporê siyasetê Vahab herwiha nebûna piştgirîya Tirkiye û Îranê ji bo referandûmê bi bîr xist û got: "Hewlêr di têkiliyên aborî û bazirganî de pişta xwe dide Tirkiyê, Silêmaniye jî pişta xwe dide Îranê. Ger ev her du welat pêwendiyên xwe yên aborî qut bikin, dê li ser hebûna aborî û serxwebûna welatê nû pirs çêbibin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê ji bo Şîfa Gerdî merasîmeke xelatdayînê hat sazkirin
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    ‘Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe'
    Baydemir bangî Abdullah Gul kir: Dengê xwe bilind bike
    Merkel: Em bi Tirkiyeyê re di rewşa niha de nikarin peymanê bidomînin
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq, Iran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de