09:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    ‘Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe'

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6502

    Rojnamevanê tirk Avni Ozgurel di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de axivî û da zanîn ku Tirkiye têgihiştiye ku Iraqekek yekgirtî ne guncaw e û Enqere rê li ber serxwebûnê nagire.

    Di nav 10 salên dawî de bi pêşketina têkiliyên Enqere û Hewlêr her du alî bûne hevalbendên girîng. Lê piştî ragihandina referandûma serxwebûna Kurdistanê ya ku 25ê Îlonê dê pêk were, daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê yên di derbarê referandûmê de wek dûrketina her du aliyan tên nîşandan. Lê pisporên ku Kurdistan û Tirkiyê ji nêz ve dişopînin, berevajiya vê yekê difikirin. Rojnameger Avni Ozgurelê ku der barê polîtîkayên kurd û Kurdistanê yên Tirkiyeyê de wek kesekî pispor tê zanîn dibêje daxuyaniyên fermî asayî ne.

    BIRYARA BARZANÎ NÊRÎNA TIRKIYEYÊ NEGUHERANDIYE'

    Avni Ozgurel ji K24ê re axivî û got: "Li Rojhilata Navîn ya ku bi hezaran hesabên hêzên global lê heye, polîtîkayên cuda bi gotinên siyasî yên cuda tên birêvebirin. Divê ev yek baş bê zanîn ku Tirkiye, Hewlêrê wek hevalbendekî xwe yê bi hêz dibîne. Biryara Birêz Barzanî ya derbarê Referandûmê de jî nêrîna Tirkiyeyê neguherandiye. Ji bilî vê, daxuyaniyên Enqerê ku wek bertekekê tê dîtin, bi min li gorî zimanê dîplomatîk hatiye bijartin û ne tund e." Avni Ozgurelê ku wek navekî nêzîkê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tê zanîn, destnîşan kir ku Tirkiye ne li dijî referandûmê ye, Tirkiye ji nediyariyên piştî referandûmê bi fikar e.

    ‘TIRKIYE TU CAR JI BO KURDISTANÊ ASTENGIYAN DERNAXE'

    Nivîskar Ozgurel wiha pê de çû: "Li Rojhilata Navîn, Sûriyê û Iraqê gengeşiyên mezin qewimîn û êdî ne wekî berê ye. Şertên di sala 1920an êdî paş de man. Helbet Tirkiye Iraqa yekgirtî û li hev kirî dixwaze lê belê Enqere baş dizane ku dîrok bi şûn de nayê vegerandin. Ji ber vê yekê Tirkiye bi qethî polîtîkayeke ku li dij hewildanên Birêz Barzanî bibe asteng nameşîne. Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoya Iraqê: Em li hemberî Kurdistanê ti gavan navêjin
    ‘Ji bilî serxwebûnê ti rê li ber gelê Kurdistanê nîn e'
    ‘Hevdîtina heyeta Kurdistanê bi Ebadî re erenî derbas bû'
    Şanda Herêma Kurdistanê bi Ebadî re civiya
    Şandeya Kurdistanê bo danûstandinên referandûmê çûn Bexdayê
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, K24, Avni Ozgurel, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de