17:57 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Xaneqînê biryara beşdarbûna referandûmê da

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 26 0 0

    Encûmena qezaya Xaneqînê bi amadebûna hemû endamên encûmenê civiya û biryar da li gel rêbeberiya Germiyanê beşdarî referandûma Herêma Kurdistanê bibin. Encûmenê daxwaz kir ku li navçeya wan sindoqên dengdanê werin danîn.

    Serokê Encûmena Qezaya Xaneqînê Semîr Nûr Mihemed ragihand ku, "Îro Encûmena Xaneqînê, ku nûnertiya pêhateyên qezayê dike, civîneke awarte saz kir. Di civînê de biryar hate dayîn ku qezaya Xaneqînê jî beşdarî referandûma 25ê Îlonê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê bibe. Hevdem bingehên dengdanê jî li Xaneqîn û derdora wê werin danîn."

    ‘ME DAXWAZ KIR KU EM BI HERÊMA KURDISTANÊ VE WERIN GIRÊDAN'

    Semîr Nûr Mihemed herwiha got: "Ev daxwaza me ne ya îro ye. Me di sala 2006ê de daxwaz kir ku Xaneqîn vegere ser Herêma Kurdistanê. Herwiha di nivîsîna jimare 131 a Encûmena Qezaya Xaneqînê ya 21ê Tebaxa 2006ê de me bi awayekî yasayî daxwaz kiriye, ku Xaneqîn vegere ser Herêma Kurdistanê."

    Serokê Encûmena Qezaya Xanewînê da zanîn, ku wan nivîsîna xwe bi fermî pêşkeşî hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Iraqê û Parêzgariya Diyala kiriye û got: "Lê paşî mijara madeya 140 hate pêş û ev mijar hate paşxistin."

    ‘MAFÊ ME YE EM BEŞDARÎ SERXWEBÛNÊ BIBIN'

    Nûr Mihemed got: "Mafê me ye daxwaz bikin li gel Herêma Kurdistanê beşdarî referandûmê bibin. Çimkî Xaneqîn navçeyekî Kurdistanî ye. Emê vê daxwaza xwe pêşkeşî Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar bikin da ku daxwaza gelê Xaneqinê pêk were."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, biryar, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de