17:57 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Nuri el Malikî

    Malikî: Em di çerçoveya dertûrê de referandûmê qebûl dikin

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 52 0 0

    Piştî civîna li gel Şanda Kurdistanê ya li Bexdayê, Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî ragihand ku, "Pêwîstiya referandûmê bi çarçoveyekî destûrî heye. Eger çarçoveya destûrê derbas bike, ev pêngav nayê qebûlkirin."

    Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî di civîneke çapemeniyê de got: "Mijara referandûmê yan jî her pêngavekî ku birayên kurd biavêjin, divê di çarçoveya destûrê de be. Eger çarçoveya destûrê derbas bike, ev pêngav nayê qebûlkirin."

    Nûrî Malîkî ku di heman demê de û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê ye, diyar kir ku, "Pêngavên li derveyî destûrê werin avêtin dibe ji bo kurdan û ji bo Iraqê jî bibe pirsgirêk."

    Malîkî wiha pê de çû: "Em naxwazin bi zimanê pirsgirêkçêker di nava xwe de bikarbînin. Hêvîdar im, ku rewş bi vî aliyê ve neçe. Eger wiha be pêwîste pêdaçûna destûrê were kirin. Destûr dikare wê mafê bide ku referandûm were kirin an jî biryara mafê çarenivîsê bidin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Referandûm xizmeta îstîqrara herêmê nake
    Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e
    ‘Referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin
    Fûad Masûm: Referandûm nayê maneya serxwebûnê
    Etîketan:
    makeqanûn, referandûm, Nûrî Malikî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de