00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Telavîv

    Heyeteke Kurdistanê ji bo piştgiriya serxwebûnê serdana Îsraîlê kir

    © AFP 2017/ JACK GUEZ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21330

    Seroka Yekîtiya Sîyonîst Ksenia Svetlova di axaftina xwe de ragihand ku ji Kurdistanê heyetek ji bo piştgiriya serxwebûnê bike û peyaman bişîne Washîngtonê serdana Îsraîlê kir.

    Ksenia Svetlova serokatiya civîneke pêşxistina têkiliyên navbera kurd û yahûdiyan kir. Svetlova di axaftina xwe de got: "Heyeta Kurdistanê ji bo ku Washîngton piştgiriya serxwebûnê bike daxwaza alîkariya Îsraîlê kirin. Heyetê di civînê de gotin ‘ lobiyeke xurt a Îsraîlê li cihanê heye û heke hûn alîkariya me bikin em ê kêfzweş bibin."

    'KURD DOST Û PARTNERÊN ME NE'

    Li gorî nûçeya rojnameya Jeruselan Postê Svetlona di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez ji sedî sed bawerim ku dê serxwebûna Kurdistanê baş çêbibe. Ji bo ku li Rojhilata Navîn pêwistiya me bi dost û partnerên baş hene. Ti xelkekî din ku wekî kurdan ji Îsraîlê re bibe dost û partner û rêzê nîşanî wan bide tuneye."

    Seroka Yekîtiya Siyonîst a îsraîlî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji hêla exlaqî ve jî divê em piştgiriya kurdan bikin, ji bo ku di sala 1948an de em jî wekî wan bûn. "

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Divê em piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Trump û Netanyahu civîyan: 'Divê êdî şer bidawî bibe'
    Netanyahu û Pûtîn hevdîtinek kirin
    Etîketan:
    Seroka Yekîtiya Siyonîst a îsraîlî, Ksenia Svetlova, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de