23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge

    DAIŞê ji 3 aliyan ve êrişî Daqûq û Xurmatûyê kir: Kuştî û birîndar hene

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din li Daqûq û Xurmatûyê ji 3 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge kirin. Di êrişê de 2 p^şemergeyan jiyana xwe ji dest da û gelek terorîstên DAIŞî jî hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, şevê din milîtanên rêxistina terorîst ê DAIŞê bi çeken giran bi 3 aliyan ve êrişî çeperên hêzên Pêşmerge yên li herêma Daqûq û Xurmatûyê kirin. Pêşmerge êrişa terorîstên DAIŞî şikand, lê di êrişê de 2 pêşmergeyên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

    Herwiha gelek terorîstên DAIŞî hatin kuştin û birîndar bûn.

    Derbarê êrişa terorîstên DAIŞî ya ser çeperên Pêşmerge de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge bangî Heşdî Şabî kir: Kurdistanê vekişe
    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kir
    Wezareta Pêşmerge bersiv da Heşdî Şebî: Hedê te nîn e
    Pêşmerge: Bexda rê nade ku çek bigihîjin me
    ‘Xwîna Pêşmerge li kur were rijandin ewder axa Kurdistanê ye'
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Daqûq, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de