08:42 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4910

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerim di axaftina xwe de ragihand ku hikûmeta Iraqê dizanîbû wê Kerkûk nebe aîdî wan lewma li bajêr ti xizmet nekirin.

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerim di axaftina xwe ya K24ê pêvajoya referandum û rewşa Kerkûkê nirxand. Kerîm di axaftina xwe de got: Hikûmeta navendî ya Iraqê dizanîbû wê Kerkûk nebe aîdî wan lewma li bajêr ti xizmet nekirin."

    Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema ku rejima beas têk çû di sala 2003an de çûme Kerkûkê min ti guherînek nedît. Tiştên ku me li Kerkûkê li pey xwe hiştibûn hemû riziyabûn. Li taxa kurdan destûr nedihat dayîn tiştek were nûkirin. Ereba dikaribû malê kurdekî bistîne, lê kurdan nikarîbû yê erebekî bistîne. Bexdayê ticarî girîngî û xizmet neda Kerkûkê, lewma dizanîbû wê rojekê ji Iraqê veqete."

    Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piraniya xelkê Kerkûkê wê di referandumê de dengê erê bi kar bînin. Yên dijberê referandumê dikin xuyaye xizmeta ajandeyên din dikin, lê Kerkûk dê bi wan neyê xapandin."

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Waliyê Kerkûkê Kerîm: Kerkûk a kurd, tirkman û ereban e
    YNK: ‘Kerkûk bajarê Mam Celal e'
    Namzetê Serokatiya MHPê: Kerkûk Tirk e, ez nijadperestiyê dikim
    Etîketan:
    Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de