09:44 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê-ala kurdan

    ‘Ji bilî serxwebûnê ti rê li ber gelê Kurdistanê nîn e'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 48 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek weşand û tê de ragihand ku gelê Kurdistanê ji bilî serxwebûnê ti riyeke din lê pêş nîne.

    Barzanî di peyama xwe de got: "Bi boneya roja 16ê Tebaxê, 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe araste kadro, endam û alîgirên PDKê dikim. Pîrozbahiyê li xwediyên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên Qehreman û hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim."

    Barzanî wiha pê de çû: "PDKê ji destpêka damezrandinê ve û heta niha amrazek bû, bo bidesthênana armancên demokrasî, niştimanî û netewî yên gelê Kurdistanê û di heman demê de jî hevşan ligel hêzên têkoşer û niştîmanperwer din ên Kurdistanê amraza bergîrîkirinê bûye bo maf û pênaseya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de."

    ‘JI BILÎ SERXWEBÛNÊ TI RÊ LI BERIYA GELÊ KURDISTANÊ NÎN E'

    Di dawiyê peyama Serokê Herêma Kurdistanê got: "Daxwaz ji endam û alîgirên PDKê dikim, ku bi hemû karînên xwe hevşan ligel hemû xelkê Kurdistanê piştevanê proseya serxwebûn û referandûmê bin, ji ber ku ji bilî serxwebûnê, gelê Kurdistanê ti riyeke din li pêş nîne, ew jî di bin navê dubare nebûna karesatan û peydabûna aştî û geşepêdanê."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Etîketan:
    serxwebûn, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de