09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    Li Silêmaniyê bi wesayîtê êrişî kadroyên PDKê kirin: Kuştî û birîndar hene

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 124 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê di amadehiyên salvegera damezrandina PDKê de kesekî wesayîta xwe ajote ser kadroyên PDKê.

    Hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê di amadehiyên salvegera damezrandina PDKê de kesekî wesayîta xwe ajote ser kadroyên PDKê. Kadroyekî PDKê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û çend kes jî birîndar bûne.

    Li gorî çavkaniyên herêmî bûyer şevê din li bajarê Silêmaniye yê pêk hat. Li gorî şahidên bûyerê, dema kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) amadehiya salvegera damezrandinê dikirin kesekî wesayîta xwe ajote ser kesên li qadê.

    Di encama bûyerê de kadroyekî PDKê canê xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyên berdest, rewşa birîndarekî giran e. Piştî êrişê ajovanê wesayîtê hatiye desteserkirin û heta niha nayê zanîn bê sedema bûyerê çi ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şandeya PDKê serdana Tevgera Goran kir
    Tirkiye daxwaznameya avakirina PDKê qebûl nekir
    Rêvebera Tevgera Goranê: Goran amade ye bi PDKê re bicive
    Nûnerê PDKê: Rêkeftina bi Rosneftê re ‘Bûyereke dîrokî ye’
    YNK: Bersiva PDKê ya nexşerêyê gihîşt destê me
    Etîketan:
    Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de