08:41 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Şanda Herêma Kurdistanê bi Ebadî re civiya

    © AP Photo/ Adam BERRY
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Civîna şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kir.

    Hate diyarkirin ku berî demekê endamên şanda Kurdistanê bi Heyder Ebadî re civiyan.

    Şanda Kurdistanê ku ji aliyê Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê ve hatiye pêkanîn, îro piştî nîvro bo gotûbêjkirin û danûstandinên bi berpirsên Iraqê re li ser mijara referandûma Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera her du aliyan, ber bi Bexdayê ve birêketibû.

    Di Şanda Kurdistanê de, ku ji aliyê Encumena Bilind a Referandumê ve hatiye pêkanîn, her yek ji Roj Nûrî Şawêys nûnerê PDK, Seidî Ehmed Pîre weke nûnerê YNKê, Fuad Hisên nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, Mihemed Ehmed nûnerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Viyan Dexîl weke nûnera Kurdên Êzidî, Romiyo Hekarî weke nûnerê Mesîhiyan û Macir Bazirgan bi nûneratiya Tirkmenan cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    Pisûlayên referandûma Kurdistanê hatin amadekirin
    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de