13:37 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Şandeya Kurdistanê bo danûstandinên referandûmê çûn Bexdayê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 3 0 0

    Şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bo encamdana danûstandinên derbarê referandûma serxwebûnê de çûn Bexdayê.

    Îro di saetên êvarê de şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê bi mebesta destpêkirina gotûbêj û danûstandinên derbarê referandûma serxwebûnê li gel rayedayên hikûmeta Iraqê bikin, ber bi Bexdayê ve bire ketin.

    Di Şanda Kurdistanê de, ku ji aliyê Encumena Bilind a Referandumê ve hatiye pêkanîn, ji Roj Nûrî Şawêys nûnerê PDK, Seidî Ehmed Pîre weke nûnerê YNKê, Fuad Hisên nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, Mihemed Ehmed nûnerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Viyan Dexîl weke nûnera Kurdên Êzidî, Romiyo Hekarî weke nûnerê Mesîhiyan û Macir Bazirgan bi nûneratiya Tirkmenan pêk tê.

    Di civîna roja 12ê Tebaxa 2017an ya Encumena Bilind a Referandûmê de, ku di bin serokatiya Barzanî hatibû pêkanîn, serdana şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê bi armanca danûstandina derbarê mijarên siyasî û paşeroja pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rayedarên Iraqê re, hatibûn gotûbêjkirin. Herwiha di heman civînê de, xetên giştî yên gotûbêjan û naveroka danûstandinên şanda Kurdistanî li gel aliyê Iraqî jî hatibûn diyarkirin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Pisûlayên referandûma Kurdistanê hatin amadekirin
    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Etîketan:
    danûstandin, şande, referandûm, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de