08:10 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûkî-Peşmerge

    Fermandarê Pêşmerge bangî Heşdî Şabî kir: Kurdistanê vekişe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5601

    Fermandarê Pêşmerge yê Cepheyê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî bangî rêxistina Heşdî Şabî kir û ragihand ku Pêşmerge dikare parastina bajêr bike û pêwistî bi Heşdî Şabî tuneye.

    Fermandarê Pêşmerge yê Cepheyê Rojavayê Kerkûkê ku di heman demê de Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî kir Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: Hêzên Pêşmerge li hemberî hemû êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê amade ye.

    Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe ya K24ê de got: "Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heta niha hemû ceribandinên êrişî yên DAIŞê vala derxistin. Pêşmerge her dem li hemberî êrişên DAIŞê hişyar e."

    Kerkûkî di dirêjiya axaftina xwe de xwest milîsên Heşdî Şabî ku Îran piştgiriya wan dike ji nav axa Kurdistanê derkevin û got: "Pêşmerge heta niha Kurdistan parastiye û dê biparêze. Ev hêz û qudreta wê jî heye. Bi ti awayî pêwistî bi hebûna Heşdî Şabî tuneye. Ji bo vê divê ji Kurdistanê derkeve."

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Tirk ê li Bexdayê: Divê Kerkûkî biryara siberoja Kerkûkê bidin
    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Kerkûkî: Ti dewlet ne dijî serxwebûna Kurdistanê ye
    YNK:'Kerkûkî dixwazin bibin perçeyekî Herêma Kurdistanê'
    Kerkûkî:'Cebilxaneya DAIŞê hat teqandin'
    Kerkûkî: 'Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe'
    Etîketan:
    Rêxistina Heşdî Şabî, Fermandarê Pêşmerge yê Cepheyê Rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de