11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kir

    © AP Photo/ Hussein Malla, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Li navçeya Daqûqê ya başûrê rojavayê Kerkûkê milîtanên DAIŞê êrîşê çeperên pêşmerge kirin. Fermandarê Pêşmerge ragihand ku nêzî saetek ev êrişa DAIŞê hatiye tekbirin.

    Milîtanên DAIŞê îro careke din li Kerkûkê êrîşê çeperên Hêzên Pêşmerge kirin.

    Fermandarê Eniya Daqûqê yê Hêzên Pêşmerge Lîwa Mihemed Mele Qadir diyar kir ku, "Îro piştî nîvro li herêma Çemê Roxane ya Daqûqê, terorîstên DAIŞê dest bi êrîşê kirin. Di destpêkê de terorîstan karîn 500 metre pêşve bên. Paşî pêşmergeyan bi tundî bersiv dan. Pevçûna saetek ajot. Êrîşa wan hate têkbirin."

    Mihemed Mele Qadir diyar kir, ku ji ber têkçûna li Mûsilê, çekdarên DAIŞê dem bi dem li herêmên cuda êrîşên tînin ser çeperên pêşmerge.

    Mele Qadir got: "Cihekî diyar ê DAIŞiyan nîne ku em êrîşê bibin ser wan. Lewma ew derfetê dibînin êrîşên wiha dikin, kontrolkirina wan jî ne hêsan e."

    Şeva Îna derbasbûyî jî milîtanên DAIŞê li Daqûqê êrîşê çeperên Hêzên Pêşmerge kiribûn û di encamê de 3 pêşmerge jiyana xwe ji dest dabûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge bersiv da Heşdî Şebî: Hedê te nîn e
    Pêşmerge: Bexda rê nade ku çek bigihîjin me
    Fermandarê Pêşmerge: Gefên Îranê me natirsîne û em amade ne bersivê bidin
    Serfermandar: Ti kes nikare çekên giran ji Pêşmerge bistîne
    Etîketan:
    pêşmerge, DAIŞ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de