13:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Wezareta Pêşmerge bersiv da Heşdî Şebî: Hedê te nîn e

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6710

    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bersiv da daxuyaniyên Cîgirê Fermandarê Heşda Şeibî û ragihand ku, "Mafê te nîne tu liser mijarên ku pêwendiya wan bi te ve nebin biaxivî."

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê bersiv da gotinên Cîgirê Fermandarê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Mûhendis ku gotibû serxwebûna Kurdistanê pêk nayê.

    Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya de got: "Cîgirê Fermandarê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Mûhendis di televizyona Şerqiye û çend kanaleke din de maf daye xwe da ku li ser mijara serxwebûna Kurdistanê biaxive û bêje, serxwebûna Kurdistanê pêk nayê û tenê reklama siyasî û hilbijartinan e."

    Wezareta Pêşmerge diyar kir ku: "Weke bersiva vê zêdegaviyê, em ji vê berpirsê Heşda Şeibî re dibêjin, ku erk û karên te diyar in çi ne. Ya baş ew e, ku tu bi karê xwe ve mijûl bibî. Mijarên pêwendiya wan bi te ve nebin, mafê te nîne li ser biaxivî."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: 17 hezar Pêşmerge di asta NATOyê de hatin perwerdekirin
    ‘Xwîna Pêşmerge li kur were rijandin ewder axa Kurdistanê ye'
    Fermandarê Pêşmerge: Gefên Îranê me natirsîne û em amade ne bersivê bidin
    Fermandarê Pêşmerge: Em destûr nadin ti hêzek derbasî sînor bibe
    Serfermandar: Ti kes nikare çekên giran ji Pêşmerge bistîne
    Etîketan:
    bersiv, daxuyanî, Wezareta Pêşmerge, Ebû Mehdî Mûhendis, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de