11:09 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Waliyê Kerkûkê: Şandeya here Bexdayê nûnertiya me jî dike

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku şanda ji bo danûstandinên li ser referandûmê diçe Bexdayê nûnertiya hemû gelê Kurdistanê dike û Kerkûk jî beşeke ji Kurdistanê ye.

    Necmedîn Kerîm li başûrê Kerkûkê serdana çeperên Hêzên Pêşmerge kir û got "Bi navê hemû gelên Kerkûkê spasiya pêşmerge dikim. Ew tenê ji bo parastina neteweyekê nehatine vê derê. Ew hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Kerkûkê diparêzin."

    Necmedîn Kerîm wiha pê de çû: "Ew hêza ku Kerkûk û bi taybetî navçeya Hewîceyê ji DAIŞê re hişt ne pêşmerge bû. Pêşmerge hat û DAIŞê ji van deran derxist. Pêşmerge çawa Beşîr rizgar kiribe, heman awayî, hemû navçeyên Kerkûkê jî dê rizgar bike."

    Derbarê şanda Kurdistanê ya ku biryare here Bexdayê de jî Kerîm diyar kir ku, "Şanda ku diçe Bexdayê nûnertiya hemû gelê Kurdistanê dike û Kerkûk jî beşeke ji Kurdistanê ye. Di şandê de kî hebe, em weke nûnerê xwe dibînin."

    Waliyê Kerkûkê tekez kir ku dê gelê Kerkûkê bi germî pêşwazî li referandûma 25ê Îlonê bikin û herin ser sindoqan.

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Bexda li dijî Kurdistanê biryar derxist: Petrola Kerkûkê bidin sekinandin
    Necmedîn Kerîm: Dema veqetandina Kerkûkê ji Iraqê hatiye
    Şanda Bazirganî ya Qeterê serdana Kerkûkê kir
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    Etîketan:
    nûnertî, şande, Necmedîn Kerîm, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de