11:42 18 Tebax 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 9000

    Rojanmeya The Jerusalem Post a îsraîlî, di bin navê "Ji bo serxwebûna Kurdistanê hewlek nû" de derbarê referandûma Kurdistanê de gotarek belav kir û da xuyakirin ku Erebîstana Siûdî piştgirî daye referandûma Herêma Kurdistanê dibe welatên din ên sunnî jî piştgiriyê bidin.

    Nivîskarê rojnameya The Jerusalem Postê Neville Teller di gotara xwe ya rojnameyê de dibêje: Gelê kurd, ku hejmara wan zêdertirî 30 milyonan e, li ser cîhanê gelê herî mezin ê bê dewlet in. Kurdan bi hezaran sal beriya niha, weke milleteke serxwebixwe û serbilind li ser xaka xwe ya li dilê Rojhilata Navîn dijiyan. Bi tevê dagirkerî û êrîşên mezin, wan karîn çanda xwe biparêzin."

    ‘SOZA DAN KURDAN BICIH NEANÎN'

    Mesûd Barzanî - Keya Îzol
    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Teller dibêje, niha li ser nexşeyê kurd bê welat in û di bin serweriya 4 welatan de dijîn. Piştî Şêrê Yekem a Cîhanê dema nexşeya Rojhilata Navîn ji nûve hat xêzkirin, dewletên hevpeyman, bi taybetî jî Brîtanyayê soza azadiyê dane kurdan lê ev soz bicîh neanîn. Herwiha di dema Peymana Sewrê de Fransa û Brîtanyayê ji bo çarenivîsa Kurdistanê soz dan referandûm were kjirin lê ev giştpirsî pêk nehat. Paşî bi peymana Lozanê parçeyeke mezin a axa kurdan kete nav nexşeya Komara Tirkiyeyê.

    ‘KURDAN KARÎN KURDISTANÊ PARASTIN'

    Neville Teller di beşeke din ê nivîsa xwe de behsa wê yekê dike, ku piştî êrîşa DAIŞê ya Hezîran 2014an Artêşa Iraqê têk çû û pêşmergeyên kurd karîn sînorên Kurdistanê biparêzin.

    Teller wiha pê de çû: "Di sala 2017an de, di qonaxa duyemîn a kontrolkirina Mûsilê de, di bin serokatiya Mesûd Barzanî de piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê biryar dan di 25ê Îlonê de ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûm bikin."

    Nivîskarê îsraîlî dibêje: "Di hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê de, destê kurdan bihêztir bû. Berteka Tirkiye ya li hember biryara referandûmê krîtîk bû. Amerîka û Brîtanyayê gotin, dem ji bo referandûmê ne guncaw e. Bexdayê ji xwe ev biryar qebûl nekir."

    ‘DIBE DEWLETÊN SUNNÎ SERXWEBÛNÊ NAS BIKIN'

    Neville Teller diyar dike ku yekser piştî ragihandina dema giştpirsiyê, Erebîstana Siûdî piştgiriya xwe eşkere kiriye û dide xuyakirin, dibe dewletên sunnî yên di nava hevpeymaniya Siûdî de jî vê serxwebûnê nas bikin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    Fûad Masûm: Referandûm nayê maneya serxwebûnê
    Hewramî: Referandûm ne ji bo fişarê ye, ji bo serxwebûnê ye
    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast
    Ebadî: Referandûm li dijî destûrê û berjewendiya Kurdan e
    YNK: Me ji Îranê re got ku referandûm pêşeroja me ye
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, rojnameya The Jerusalem Postê, Neville Teller, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de