09:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Derve yê Heyama Trump Rex Tillerson

    Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e

    © AFP 2017/ ERIC PIERMONT
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson pêwendiyeke telefonê pêk anîn.

    Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî ya Barzanî û Tillerson de ku 10ê Tebaxê pêk hat de, li ser têkiliyên Bexda û Hewlêrê û referandûmê gotûbêj hatiye kirin.

    TILLERSON JI ŞANDA BEXDAYÊ KÊFXWEŞIYA XWE ANÎ ZIMAN

    Malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê (SHK) li ser pêwendiya telefonê ku îro êvarî pêk hatiye daxuyaniyek weşand ku tê got, "Wezîrê Derveyê Amerîka destxweşiyê li Serok Barzanî û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê kir ji bo biryara pêkanîn û şandina şanda bilinda Herêma Kurdistanê bo Bexda bi mebesta danustandina li ser pirsên siyasî û her wiha eve jî ragihand ku li gor wî başe ku referandûm li Herêma Kurdistanê bê paşxistin û piştgîriya xwe jî ji bo diyalog û danustandina di navbera Hewlêr û Bexda dûpat kir."

    Barzanî jî ji bo hevkarî û alîkariya ku Amerîka li şerê dijî DAIŞê de pêşkêşî hêzên Pêşmerge kiriye û diyar kir, "Wê di demeke nêzîk de şanda bilinda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo guftûgokirina li ser wan pirsên peywestin bi paşaroja peywendiya di navbera Kurdistan û Bexda."

    BARZANÎ: REFERANDÛM BIRYARA GELÊ KURDISTANÊ YE

    Barzanî li ser daxwaza paşxista referandûmê ji Tillerson re got, "Ew pêkvejiyana Kurdistanê li berê û li qonaxên cûr bi cûr li gel dewleta Iraqê hewl bo dida nehate bi cihkirin. Her ji bo wê yekê jî gelê Kurdistanê biryar da rêyeke din bigire ber xwe. Pirsiyar ewe ku li beranber paşxistina referandûmê çi zemanek û çi bedîlek heye ji bo paşaroj û diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê?"

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi pêwendiya telefonê her du aliyan biryar dan ku li hemû hengav û pêşhatên siyasî yên paşarojê de hevkar û hemaheng û li peywendiya berdewam da bin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Trabzonê di navbera PKKê leşkerên tirk de şer derket: Birîndar hene
    Trump Kim Jong-un hişyar kir: Bi aqil tevbigre
    Lavrov: Krîza Amerîka-Koreya Bakur dibe vegere şer
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    Komîsyona referandûmê: Kurdên derve jî dikarin dengê xwe bidin
    PKKê bi roketan êrişî baregeha leşkerî kir
    Tirkiye: Em mueyîdeyên li dijî Rûsyayê qebûl nakin
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de