21:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Komîsyona referandûmê: Kurdên derve jî dikarin dengê xwe bidin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 3510

    Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê biryar da ku Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, bi awayekeî elektronîkî deng bidin.

    Mesûd Barzanî - Keya Îzol
    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Karwan Celal ragihand ku, "Di civîna îro ya komîsyonê de biryar dane, ku Kurdistaniyên hemwelatiyê Herêma Kurdistanê yên li derveyî welat dijîn, dikarin bi awayekî elektronîkî deng bidin."

    Beriya niha Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Cotyar Adil jî eşkere kiribû ku ji bo cara yekemîn komîsyon rêya dengdana bi sîstema elektronîkî vedike da ku rewenda Kurdistanê deng bidin.

    Adil gotibû, ku ev sîstem dê bi rêya application be, her hemwelatiyek piştî tomarkirina navê xwe dê bibe xwediyê kodekî taybetî û bi rêya wê kodê jî dikare roja referandûmê dengê xwe bikar bîne.

    Cotyar Adil herwiha diyar kiribû ku tomarkirina navan ji bo hemwelatiyên derveyî welat dê roja 1ê Îlonê dest pê bike û heta 7ê Îlonê berdewam be.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Etîketan:
    komîsyon, deng, serxwebûn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de