11:42 18 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî - Keya Îzol

    ‘Referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 22 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku referandûm ji bo serxwebûnê ye û ewên dibêjin niha dem bo wê pêvajoyê ne guncaw e, divê ji me re bibêjin kengî guncaw e? yan bidîlê referandûmê çi ye?

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol kir.

    ‘BI HER ÇAR PARÇEYAN BI ÇOŞÎ PIŞTEVANÊ REFERANDÛMÊ NE'

    Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê palpiştiya xwe û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji bo referandûm û pêvajoya ragihandina serxwebûnê de ev e jî xisterû ku revenda kurdî ya her çar perçeyan bi coşiyê ve piştevanê referandûmê ne. Herwiha behsa wê bername û kar û çalakiyan kir ku Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi niyaze li Parlemena Swêdê û civînên girseyî û cemawerî li Swêdê û anîna çavdêrên navdewletî ji bo Kurdistanê encam bide.

    ‘BIRYAR, BIRYARA GELÊ KURDISTANÊ YE'

    Li beranber da Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî spasî li rola Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ya li piştevanîkirina referandûmê kir û destxweşiyê li wan kir. Li axaftina xwe de bal kişand li ser biryara referandûma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku ev biryar, biryara xelkê Kurdistanê ye û li encama şikestanîna şeraket û tevafuqa li Iraqê da pêkhatiye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Barzanî ronahî xiste li ser civîna aliyên siyasiyên Kurdistanê ya li 7ê Hezîrana 2017an ku têda biryar hate dayîn 25ê eylûla 2017 wekî roja encamdana referandûmê bê diyar kirin û bi rojekî bi rûmet li dîroka gelê Kurdistanê de wesifkir.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
    Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
    Etîketan:
    referandûm, serxwebûn, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Keya Îzol, Mesûd Barzanî, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de