06:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Goran Hareketi

    Goranê bertek ji Rabûn Merûf re nîşan da: Siyaseta me ne ew e

    © AP Photo/ Yahya Ahmed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Tevgera Goranê bi daxuyaniyekê ragihand ku Parlamentarê Goranê Rabûn Merûf ku beşdarî kammpanyaya ‘nexêr’ ji bo referandûma serxwebûnê bûye, nûnertiya wan nake.

    Di daxuyaniya ku 9ê Tebaxê hatiye belavkirin de, hat gotin: "Heyamek e ku parlamenterê Fraksyona Goranê, Rabûn Merûf, hin tevgerên siyasî dike, ku berevajî

    siyaseta Fraksyona Tevgera Goranê di Parlamentoya Kurdistanê de ye."

    Tevgera Goran da xuyakirin, helwest û nêrnînên Rabûn Merûf nûneratiya siyaset û helwesta Tevgera Goranê û fraksiyona parlemanî ya vê tevgerê nakin, belkî tenê nêrînên wî yên kesane ne.

    Di daxuyaniyê de ji bo Rabûn Merûf wiha hat gotin: "Em wek Fraksiyona Goranê di Parlamentoya Kurdistanê de radigihînin; ew reftarên navborî ti pêwendiyeke wan bi

    'NÊRÎNA WÎ BI XWE YE'

    Tevgera Goranê re nîne û ji siyaseta fraksiyonê derketiye û hemû ew axaftinên ku kirin jî û yên ji niha paş ve jî dike, nûneratiya nêrîna Fraksiyona Tevgera Goranê nake û nêrîna wî bi xwe ye."

    'BEYANNAMEYA GORANÊ YA JI BO REFERANDÛM Û SERXWEBÛNÊ HEYE'

    Tevgera Goran li ser siyaseta xwe got: "Nêrîn û helwesta Fraksiyona Goranê li ser mijarên siyasî, tevî mijara referandûm û serxwebûnê jî di beyanname û daxuyaniyên fermî yên Tevgera Goranê de tê ragihandin."

     

    Bi heman mijarî:

    Agir bi keleha Hewlêrê ket
    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn
    Keça ku dixwest beşdarî Fetîh el Şamê bibe 3 sal ceza xwar
    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    HDPê rapora gundê Şapatanê ku li gundiyan îşkence hatibû kirin diyar kir
    Operasyona Reqayê dewam dike: Baskên rojhilat û başûr gihîştine hev
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de