11:05 20 Tebax 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Agir bi keleha Hewlêrê ket

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Îro 10ê Tebaxê li demjimêrên berêvarê agir bi Kela Hewlêrê ket.

    Li gor nûçeya Rûdawê Berdevkê Berevaniya Şaristanî, Bêwar Zeyd ragihand: "Agir berbûye nava Kela Hewlêrê û agir bi giya û pûşên hişkbûyî yên nava kelayê ketiye, lê belê heta niha bê zirar bûye."

    Bêwar Zeyd berêvarê diyar kir, sedema agirberbûnê nehatiye zanîn û da zanîn, "tîmên agrivemirandinê niha mijûlî kontrolkirina agir û vemirandina wê ne."

    Kela Hewlêrê li ser girekî bazneyî û saf e û li navenda bajarê Hewlêrê ye. Di serdemên berê de, navenda bajarê Hewlêrê her li nava kelê bûye.

    Kela Hewlêrê dîroka wê vedigere bo zêdetir ji 6000 salanî û ji aliyê saziya UNESCO ya ser bi Netewên Yekbûyî ve weke şûnwareke dîrokî û mîrata cîhanî hatiye naskirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn
    Keça ku dixwest beşdarî Fetîh el Şamê bibe 3 sal ceza xwar
    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    HDPê rapora gundê Şapatanê ku li gundiyan îşkence hatibû kirin diyar kir
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Walîyê Kerkûkê: Îhtîmala avakirina çend dewletên kurdî heye.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de