14:51 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 8401

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna ligel rojnameya El Ehram a Misirê de ji xeynî gelek babetên têkildarî referandûm û serxwebûnê, li hember helwesta hin welatan peyamên xwe jî ragihandin.

    Barzanî destnîşan kir ku ‘armanca referandûmê tenê serxwebûn e' û li ser pirsa daxwaziya kurdên beşên din jî got, ‘Hemû gelê Kurd dixwaze qedera xwe diyar bike.'

    Serokê Herêma Kurdistanê li ser daxuyaniyên medya Tirkiyê yên derbarê ‘referandûma serxwebûnê' de got, "Daxuyaniyên ku li medyayê têne belavkirin bi giştî ne li dijî prensîba mafê gelê Kurdistanê ne, lê ji ber ku rêzgirtina yekparçeyiya welatên din diparêzin, loma daxuyaniyên wan bi vî awayî ne."

    ‘TIRKIYE PIR BAŞ DIZANE KU KURDISTAN BO WAN ÇIQAS GIRÎNG E'

    Barzanî di hevpeyvînê de herwiha pêwendiyên bazirganî yên Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê bi bîr xistin û da zanîn, ‘Muxatabên me yên tirk gelekî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê ji bo wan çiqasî girîng e' û wiha domand: "Loma jî bi me re pêwendiyên xwe berdewam dikin û hîn jî bi milyar dolaran kar li Herêma Kurdistanê dikin. Di piraniya projeyên mezin de şirîk in."

    BARZANÎ: ERDOGAN JI XEYNÎ BIHÊZKIRIN Û PÊŞXISTINA PÊWENDIYAN TIŞTEKÎ DIN NEXWEST

    Barzanî bal kişand ser ku pêwendiya wan a bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ‘hem nû ye hem jî kevn e' û diyar kir, "Di merasîma vekirina Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de, ligel me amade bû. Ji xeynî bihêzkirina pêwendiyan û pêşxistina wan tiştekî din ji me nexwest."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Walîyê Kerkûkê: Îhtîmala avakirina çend dewletên kurdî heye.
    Dijberiya Sûriyeyê guhertin di Artêşa Sûriyeya Azad de pêk tîne
    Amerîka: Em serdana Pûtîn bo Abhazyayê rast nabînin
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    YNKê parlamneterê ku beşdarî kampanyaya ‘Na' bû ji partiyê dur xist
    Heyeta Kurdistanê ji ya Iraqê hate veqetandin û wekî dewleteke serbixwe kete protokolê
    Piştî hilbijartinê muxalîf daketin kolanan: 3 mirî
    Li Cizîrê li dijî wesayîta zirxpoş êrişa bombeyî: Wesayît herifi û 4 polîs birîndar bûn
    CNN: Êrişên akustîk li dijî dîplomatên amerîkî yên li Kubayê tên kirin
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de