05:42 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê

    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Spûtnîkê re axivî û teqez kir ku Kerkûk xwedan taybetiyeke cuda ye li Iraqê û di nava dewleta Kurdistanê ya siberojê de be jî yan nebe jî, Kerkûk ji aliyê dîrokî ve beşek ji Kurdistanê ye.

    Kerîm bi ajansa Spûtnîkê re axivî û got: "Kerkûk bibe beşek ji dewleta Kurdistanê ya siberojê yan nebe jî, ew ji aliyê dîrokî û rasteqînî ve beşekî axa Kurdistanê ye." û destnîşan kir ku "taybetmendiya herî mezin a Kerkûkê ew e ku bajarek û parêzgeheke xwedan gelek netewe, ol û mezheb e."

    Li ser pirsyara bê sedema helwesta Bexdayê li himberî Kerkûkê cudakariyeke etnîkî û olî ye yan na, parêzgarê Kerkûkê wiha got: "Li Bexdayê cudakarî û nijadperestî li himberî vê mijarê serdest e. Rewş niha ji serdema Sedam Hisênî cuda ye. Wê çaxê Kerkûk tekane parêzgeh bû ku petrol hildiberand lewra Iraqê nedikarî dest jê berde daku aboriya xwe biparêze. Lê niha 85% ji petrol û gaza Iraqê ji başûr e(başûrê Iraqê ye) lewra sedem ne hilberandin e".

    Li ser rewşa ewlehiyê ya parêzgehê, Kerîmî diyar kir ku "DAIŞa terorîst nîvê parêzgehê dagir kiriye lê hikûmeta federal Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir."

    Kerîm diyar kir ku hêzên kurdî û pêşmergeyan Kerkûk parast û ti roleke hêzên iraqî di parastina Kerkûkê de tine bû û wiha got: "Sûriye, Yemen û Iraqê nekarî xwe li ber DAIŞê bigire lê Kurdistanê karî xwe biparêze."

    Bi heman mijarî:

    Şanda Bazirganî ya Qeterê serdana Kerkûkê kir
    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    DAIŞê êrişî gundekî Kerkûkê kir: 5 kuştî
    Li bajarê Kerkûkê amadehiyên referanduma serxwebûnê dest pê kirin
    Li Kerkûkê teqîn: 2 Pêşmerge birîndar bûn
    Fermandarê Pêşmerge: Heta pêl cesedê me nekin nikarin bikevin Kerkûkê
    Etîketan:
    kurdistan, pêşeroj, DAIŞ, Sputnik, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de