20:13 17 Tebax 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    YNKê parlamneterê ku beşdarî kampanyaya ‘Na' bû ji partiyê dur xist

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3701

    Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), parlementerê Fraksiyona Kesk a li Parlementoya Kurdistanê Ferhad Sengawî ji YNKê ji ber tevlî kampanyaya ‘Na' bo referandûma serxwebûna Kurdistanê bûye, ji yekîtiyê dûr xist.

    Ferhad Sengawî li dijî pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê, beşdarî Kampanyaya Dengdana "Na" bûye û Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî eşkerebûna beşdarên kampanyayê biryara dûrxistina Sengawî ya ji YNKê da.

    Polîtburoya YNKê bi daxuyaniyekê ragihand ku, "Di van rojên dawî de bêjerekî bi navê Ferhad Sengawî ku di lîsteya YNKê de bûye namzedê parlementoyê, li bajarokê xwe yê Sengawî yê kurdperwer, tevî siyaseta lîstbazî û gotarsazî, tenê bi tenê 23 deng anîne. Dengên din ên di Kurdistanê de YNKê jê re dabîn kirine; ev zat e ku piştî raperînê her dem dibêje: ‘Baştirîn çareserî ji bo kurdan serxwebûn e, lê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê nawêrin biryara serxwebûnê bidin' dema ku serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê biryara referandumê da, çû refên kampanyaya ‘Na di niha de ji bo referandumê'. Ev siyaset jî, ji serî heta binî, dijî bîr û bawerî û programa YNKê ye."

    Herwiha di daxuyaniya YNKê de hatiye aşkerekirin: "Polîtburo di civîna êvara çarşema 9ê Tebaxa 2017an de biryar daye ku ji rêza YNKê were derxistin."

    Ev biryara YNKê di wê demê de ye ku Ferhad Sengawî li dijî pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê, beşdarî kampanyaya dengdana "Na" bûye.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Goran ji bo referandumê û aktîvkirina parlamnetoyê civiyan
    YNK: Me ji Îranê re got ku referandûm pêşeroja me ye
    Ji YNK û Goranê daxuyanîya referandûmê: 3 biryar hatin eşkerekirin
    YNK: Kurd wê bi referandumê tola xwîna Pêşmerge bistîne
    YNK: Heşdî Şebî ne hêzeke meşrû ye
    Etîketan:
    kampanya, na, serxwebûn, YNK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de