11:29 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Heyeta Kurdistanê ji ya Iraqê hate veqetandin û wekî dewleteke serbixwe kete protokolê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24910

    Heyeta Sendîqaya Bijîşkên Kurdistanê li paytextê Urdinê li Ammanê tevlî civîna tendirustî ya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî bû.

    Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ku navenda wê li Swîsrayê ye li Ammanê ji bo diristkirina rewşa tendirustî û şert û mercên mehkûman civînek li dar xist.

    Li gorî nûçeya K24ê, heyeta sendiqayên Kurdistanê ji heyeta Iraqê hate veqetandin û wekî dewleteke serbixwe di protokole de hat pêşwazîkirin. Di civînê de ji xeyrî heyeta Kurdistanê nûnerên Iraq, Libnan, Cezayir, Tunis û Fasê cih girtin.

    Wezîrê Tendirustî yê Urdinê û Nûnerê Komeleya Bijîşkên Dinyayê jî tevlî bernameyê bûn û di civînê rola zêdekirina sendîqayên tendirustî hat nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Etîketan:
    Heyeta Sendîqaya Bijîşkên Kurdistanê, Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, Urdin, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de