05:15 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Serokê Herêma Kurdistanê serdana Misrê dike

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di demeke nêzîk de wê serdana welatê Misrê bike.

    Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya misrî ya bi navê ‘El Ehram' re li ser mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê axivî û got: "Gelê Kurdistanê dê ji encamdana referandumê paşde gavan navêje û armanca referandımê jî serxwebûna Kurdistanê ye."

    Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: Êdî gelê Kurdistanê nikare ligel Iraqê bimîne ji ber ku zemîn û şertên şirîkatiya rast nemane. Kurdistan tenê dikare bibe cîraneka baş bi Iraqê re."

    Li gorî nûçeya rojnameya El Ehram, Serok Barzanî wê di demek nêzîk de serdana Misrê bike û bi rayedarên wî welatî re hevdîtinan pêk bîne. Lê di nûçeyê de behsa dema serdana Barzanî ya Misrê nayê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin
    Barzanî: Em rê nadin Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe
    Barzanî: Gelê Kurdistanê ne bi tundî bi aştî mafên xwe dixwaze
    Barzanî: Kurd li Tirkiye û Îranê hene, loma li dijî referandûmê derdikevin
    Wezîrê amerîkî ji Barzanî û Ebadî daxwaz kir ku pirsgirêkan çareser bikin
    Etîketan:
    Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Misir, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de