02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Amerîka: 17 hezar Pêşmerge di asta NATOyê de hatin perwerdekirin

    © AP Photo/ Alice Martins
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Fermandarê amerîkî yê di nava koalîsyona navneteweyî de Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku heta niha 17 hezar Pêşmerge di asta NATOyê de perwerdehî dîtin.

    Fermandarê amerîkî berdevkê koalîsyona navneteweyî yê li dijî DAIŞê Ryan Dillon di axaftina xwe de got: "Piştgirî û alîkariya koalîsyona navneteweyî ji bo hêza Pêşmerge dê berdewam be. Heta niha pisporên leşkerî yên koalîsyonê 17 hezar Pêşmerge di asta NATOyê de perwerde kirine."

    Ryan Dillon ji bo hevkariya navbera hêzên hevpeyman û hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de got: "Ji dema ku operasyona dijî DAIŞê dest pê bûye, em piştevanê Pêşmerge bûn û em dê berdewam bin jî."

    Dillon di dirêjiya axaftina xwe de mijara Reqqayê nirxand û got: "Bala koalîsyonê zêdetir li Reqqayê li ser şerê li dijî DAIŞê ye. Me li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), heta niha ji %50ê Reqayê kontrol kiriye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Artêşa Amerîkayê hildiweşe’
    Artêşa Amerîkayê di êrişa ezmanî de li leşkerên afxanî xist
    Heyeteke hevpar a Pêşmerge û artêşa Iraqê çûne Amerîkayê
    Amerîkayê biryara sepandinê bo Artêşa Sûriyeyê da
    Artêşa Amerîkayê li bakurê Mûsilê çeperên DAIŞê topbaran kir
    Etîketan:
    Fermandarê amerîkî yê li dijî DAIŞê, Albay Ryan Dillon, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de