05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 87 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna 9ê Tebaxê ya bi ‘rêberên olî’ re daxuyaniyên girîng li ser rabirduyê û ‘referandûma serxwebûnê’ ya 25ê Îlonê dan.

    Barzanî di destpêka axaftina xwe de, rola alimên Kurdan di dîrokê de bi bîr xist û got, "Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku em civîna pêşî li ser referandûma serxwebûnê digel alimên Îslamê dikin. Lewra rola mamosteyan roleke serekî ye.'

    ‘DÎN Û NIŞTÎMAN JI HEV CUDA NABIN'

    Serokê Herêma Kurdistanê behsa dîroka doza Kurd kir û da zanîn: "Ji Şêx Ubeydullahê Nehrî bigirin, heta Şêx Ebdusselamê Barzanî, Şêx Ehmedê Barzanî, Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Seîdê Pîran, Seyid Elî Riza, Pêşawa Qazî Mihemed. Hemû alimên îslamê bûn… Her daîm qenaeteke min ya temam hebûye. Dîn û nîştiman ji hev cuda nabin. Yek temamkera ya din e. Loma piraniya vê xebata pîroz dikeve ser milê alimên îslamê."

    Barzanî li ser biryara referandûmê destnîşan kir, ‘Biryara xelkê ji hemû biryaran mezintir e. Hikûmet, parlamento, partî divê girêdayî biryara xelkê bin' û wiha pê de çû:

    ‘YÊN BIRYARA 25Ê ÎLONÊ DAN DI DÎROKA KURDAN DE CIHEKÎ MEZIN BO XWE QEYD KIRIN'

    "Ev hemû wasite ne ji bo bicihanîna daxwazên xelkê Kurdistanê. Loma me biryar da ku xelk tercîha pêşeroja xwe bike. Gelek kesan digot ev raya şexsekî ye. Ev biryar ne 7ê Hezîranê hatiye dayîn, di wê rojê de tenê tarîx hat diyarkirin. Ew civîn nehata kirin kesî nedizanî 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Ev mijar bi salan e tê axaftin û hemû alî li serê kok in. Ev referandûm ya hemû ferdên Kurdistanê ye. Yên ku 7ê Hezîranê ev biryar dan di tarîxa Kurd û Kurdistanê de cihekî mezin bo xwe qeyd kirin. Biryara referandûmê ji bo hemû xelkê Kurdistanê ye Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Kildanî, Tirkmen, Ermenî û yên mayî ye."

    ‘REFERANDÛM NE KUFR E'

    Barzanî herwiha got, "Werin em vê firsendê bidin xelkê Kurdistanê bila biryarê li ser qedera xwe bide. Wek Îskoçyayê. Ev ne kufr e. Belkî xelkê Kurdistanê bibêje em naxwazin, wê demê tu problem namîne. Lê eger got belê divê îhtiram were nîşandan."

    ‘REFRANDÛM NE HENEKPÊKIRIN E, NE MIMKUN E WERE PAŞXISTIN'

    Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a gotara xwe de destnîşan kir, "Em nikarin henekên xwe bi xelkê xwe bikin, îradeya wan tune bihesibînin. Ez referandûmê dikim, nakim, paş dixim. Kes vê henekpêkirinê qebûl nake. Ne mumkin e m vê qebûl bikin, ne mumkin e. Ev nayê paşxistin û dê referandûm bibe. Bila ji herkesî re eşkere û vekirî be."

    ‘FEDERALÎ HEYE, LÊ HER TIŞTÊ ME DI DESTÊ BEXDAYÊ DE YE'

    Barzanî da zanîn, "Gelek dewletên ku niha konsolosxaneyên wan li Hewlêrê hene, dema federalî hat ragihandin li dijî bûn. Kes bi qasî Paul Bremer ne li dijî federaliyê bû ku hat Iraqê. Ev emrê waqî bû û mecbûr bû teamulê pê re bike. Erê federalî heye lê her tiştê me di destê Bexdayê de ye. Esman, sînor, hewa, aborî û eskerî her tişt di destê wan de ye."

    ‘EM SOZ DIDIN KERKÛK DILÊ KURDISTANÊ YE'

    Barzanî bi helbesteke Melayê Cizîrî dawî li axaftina xwe anî: "Mela Cizîriyê mezin di şiîreke xwe de dibêje, "Me serî daniye rê û me bi Xwedê bestiye pişt" Îdî em tewekkulê didin Xwedê û hêviya me ew e. Qet milletê kurd ji birçînan nemiriye. Xwedê ew qas nîmet dayiyê ku dikare bi îmkanên herî kêm jî bijî. Herwiha em soz didin ku Kerkûk her dilê Kurdistanê bimîne."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Çapameniya Tirk: Erebî li Tirkiyeyê bûye zimanê duyem
    ‘Pere ji ser Entab û Hewlêrê ji DAIŞê re hatin şandin’
    FBIyê li mala birêveberê kampanyaya Trumpî ji bo "Rûsyayê" lêgerîn pêk anî
    Êrişkarê Parisê hat zeftkirin
    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn
    Elî Qazî: Piştgiriya referandûmê erkekî olî û netewî ye
    Parlamenterê almanî bo serdana Tirkiyeyê pêbawerî xwest
    Trump: Cebilxaneya me ya nukleerî ji her demê bihêztir e
    Etîketan:
    Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de