17:54 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Elî Qazî: Piştgiriya referandûmê erkekî olî û netewî ye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 20 0 0

    Siyasetmedar û kurê Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Elî Qazî ji bo piştgirî û bangewazîya dengdana ‘referandûma serxwebûnê’ ya Herêma Kurdistanê civîneke rojnamevanî li dar xist

    Elî Qazî 9ê Tebaxê di civîna rojnamevanî ya li Hewlêrê de, bang li hemû partiyên Herêma Kurdistanê kir ku roja 25ê Îlonê herin ser sindoqan û bi dengê ‘erê' daxwaza azadî û serxwebûnê bikin.

    'PÊWISTIYA KURDAN BI YEKRÊZÎ Û HEVGIRTINÊ HEYE'

    Qazî bal kişand ser ku Kurdistan ji hemû deman zêdetir di qonaxeke hestiyar û dîrokî re derbas dibe û ji hemû deman zêdetir pêwîstiya kurdan bi yekrêzî û hevgirtinê heye.

    'KURD DIXWAZIN JI BO NIFŞÊN PÊŞEROJÊ BIHAREKE GEŞ DIYAR BIKIN'

    Elî Qazî li ser referandûmê wiha axivî: "Kurd dixwazin bi şeref û keramet bijîn. Dixwazin ji bo ciwanên niha û nifşên paşerojê bihareke geş diyar bikin. Ti armanceke kurdan li dijî ti aliyek an jî welatekî nîne. Lewma ji bo serxwebûna Kurdistanê, kurd, tirkmen, kildan û siryan em tev de roja 25 Îlona 2017an, bi hesteke neteweyî ve piştevaniya pêvajoya referandûmê bikin, li hember gefan bi hevgirtinê biryara çarenivîsa xwe bidin. Ji ber ku piştgiriya referandûmê erkekî olî û neteweyî ye."

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê almanî bo serdana Tirkiyeyê pêbawerî xwest
    Trump: Cebilxaneya me ya nukleerî ji her demê bihêztir e
    Dijberiya Sûriyeyê: Alîkariya Tirkiyeyê bo me dewam dike
    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    ‘Rûsya û Amerîka kurdan piştguh nakin'
    Tillerson: Trump bi zimanê ku Kim Jong-un jê fêm dike diaxive
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de